Nûçeyên Iraqê

QSD taxên nû li Reqa ji DAIŞ digre

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) roja Duşemê (17ê Tîrmehê) got ku wan taxeke nû ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li bajarê Reqayê yê Sûriyê girt, AFP ragihand.

"Duh taxa Yermûk hat rizgarkirin,"berdevka Operasyona Reqa Cîhan Şêx Ehmed ragihand.

Yermûk taxeke mezin e li başûrê rojavayê gundewarên bajar.

"Operasyon dewam dike lê gelek pevçûnên dijwar hene," Ehmed ragihand, ku ji bajarê Eyn Îsa dipeyivî, 50 kîlometran li bakurê Reqa.

"Em gavên hêdî û baş diavêjn. Tiştê ku ji me re girîng e ne lez e, lê belê rizgarkirina sivîlan û jinavbirina DAIŞ e," wî got jî.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku di 48 saetên borî de sedên sivîlan ji deverên di destên DAIŞ de yên bajar ber bi deverên ku niha di kontrola QSD de ne reviyane.

Li gorî texmînên Rewangehê, QSD nêtîkî 35% ji bajar girtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500