Nûçeyên Iraqê

Yekîtiya Ewropî bêtir ji 16 Sûriyan ji ber êrîşên kîmawî ceza dike

YE roja Duşemê (17ê Tîrmehê) ceza li ser şazdeh berpirsyar û zanyarên Sûrî yên serbaz ên payebilind ferz kirin derbarê êrîşên çekên kîmawî dijî sivîlan, AFP ragihand.

Ev gava ku ji aliyê kutleya wezîrên derve ve hat avêtin hejmara kesên ku rastî qedexekirina seferê û cemidandina sermiyanê hatin di dema kampanyaya rêjîmê ya dijwar li dijî sivîlan di dema şer de digihîne 250 kesan.

"YE ev her şazdeh kes ji ber rola wan di pêşxistin û bikaranîna çekên kîmawî li dijî nişteciyên sivîl de zêde kirin," dxuyaniyeke YE got.

YE dê navên wan kesên ku ceza li wan birîne roja Sêşemê diyar bike, wê got.

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî (OPCW), ajansa çavdêriya çekên kîmawî ya NY, meha borî gihişte wê yekê ku sarîn weke çekên kîmawî hatibû bikaranîn diêrîşa 4ê Nîsanê de li bajarokê Xan Şêxûnê yê Sûriyê.

Herî kêm 87 kes, di nav de zarok, di êrîşê de hatine kuştin.

Berê Sûriye rastî qedexekirina neftê hatiye, qeyd li ser hin weberhênanan, sermiyana banka Sûriyê ya navendî li YE hatine cemidandin, herwiha qeyd li ser hawirdeyan jî hatine ferzkirin.

Herwiha Sûriye li jêr cezayên ku li ser alav û teknolojiya ku dibe di zordestiya navxweyî de were bikaranîn e, herwiha li ser alav û teknolojiya ji bo çavdêrî yan birîna pêwendiya di rêya înternet û telefonê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500