Nûçeyên Iraqê

Artêşa Iraqê veşargehên DAIŞ li biyabana Enbarê dike armanc

Hêzeke artêşa Iraqê veşargeheke "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li biyabana Enbarê wêran kir, Fermandariya Operasyonên Enbarê roja Înê (14ê Tîrmehê) got.

Artêş, bi piştgiriya asmanî, roja Înê "derbasî Wadî Semîl, başûrê biyabana Enbarê, bû û operasyonên berfireh ên malşitin û gerînê pêk anîn piştî ku agahî li ser çalakiyên DAIŞ li deverê wergirtin," berdevkê fermandariyê Eqîd Talib Dilêmî ji Diyaruna re got.

"Hêzên me şikeftek dîtin ku du wesayitên bi teqemeniyan barkirî, wesayitek ji bo veguhestinê û tankeke embarkirina petrolê têde bûn," wî got.

Wan veşargeheke DAIŞ di bin erdê de jî ku tîjî teqemenî, çek û cebilxane bû dîtin û wêran kirin, wî anî ziman jî.

"Çekdarên DAIŞ piştî gihiştina hêzên Iraqî ji cih reviyan," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500