Nûçeyên Iraqê

17 endamên DAIŞ li Diyala xwe radestî artêşa Iraqî kirin

Hejmara endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên ku bi dilê xwe xwe radestî artêşa Iraqî li Diyala kirin di her 72 demjimêrên dawîn de gihiştiye 17an, Fermandariya Operasyonên Dîcleyê roja Pêncşemê (13ê Tîrmehê) ragihand.

"Sê terorîstên daxwazkirî yên ser bi DAIŞ ve îroj xwe radestî hêzên artêşê li Mexîsa, li bakurê- rojhilatê Diyala kirin," peyvdarê fermandariyê ferîq Muzhir Ezawî di konferansekî rojnamevanî de got.

"Ev dihêle ku hejmara terorîstên ku xwe radestî hêzên Iraqî kirine li Diyala di her 72 dawîn de bighêje 17an," wî got.

Girtî bo saziyên ewlekariyê yên girtinê hatin veguheztin bo lêpirsînê, beriya ku pêşbirî dadgehê bibin, Ezawî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500