Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî tonek ji bermahiyên şer li Mûsilê rakirin

Hêzên Iraqî bi bêwestiyan bo roja duyem kar dikirin daku bajarê Mûsilê ji bermahiyên şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin, berpirsiyarekî serbazî yê Iraqî roja Pêncşemê (13ê Tîrmehê) got.

"Yek ton ji teqemeniyan, çekan, û cebilxaniyê û paşmahiyên din ên şer hatin komkirin beriya jinavbirina wan," peyvdarê Fermandariya Operasyonên Hevbeş, emîd Yehya Resûl, ji Diyaruna re got.

Wî herwiha got ku hêzên Iraqî hejmarek ji çekdarên DAIŞ ên ku xwe di avahiyan de vaşrtibûn girtin, û "agahî û belgehên li dor navên endamên DAIŞ û awayê pêwendîkirina di navbera serkêşên rêxistinê de bidest xistin".

Tîmên NY gihiştine Mûsilê daku alîkariya hêzên Iraqî di kampaniya maliştin û lêgerînê de bikin, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500