Nûçeyên Iraqê

Hêzên ewlekariyê çekdarekî DAIŞ li Bexdayê digirin

Hêzên ewlekariya Iraqî bi gumanlêkiriyekî "Dewleta Islamî" (DAIŞ) ku li ser tawanên terorîzmê daxwazkirî bû li taxa Mensûr li Bexdayê girtin, Wezareta Hundir roja Çarşemê (12ê Tîrmehê) ragihand.

Hêzên ewlekariyê "çavdêriya çekdarekî metirsîdar ê DAIŞ kirin ku ji gelek dadgehan ve daxwazkirî bû bi sedema êrîşên terorîstî yên cor bi cor," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Em pey wî çûn piştî ku ew nixumandî derbasî taxa Mensûr bû û ber bi xwaringehekê ve diçû," daxuyaniyê got jî.

Kesê gumanlêkirî ji aliyê rêveberiya Dije-Teror û Istixbarata Resafaya Başûrî ve daxwazkirî bû ji ber ku destê wî di karên terorîstî de hebû, daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500