Nûçeyên Iraqê

Mirina lîderê DAIŞ hat ragihandin piştî ku rêxistinê Mûsil jidest da

Mirina lîderê rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî hat ragihandin roja Sêşemê (11ê Tîrmehê), rojekî piştî ku Iraqê ragihand ku wê cîhadî ji Mûsila ku mezintirîn asêgeha wan a berê bû derxistin, li gorî AFP.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, çavdêrgeha ku ji zû ve çavdêriya krîza welat dike, got ku agahiyên wan ji hin lîderên bilind ên DAIŞ hene ku mirina Bexdadî piştrast dikin.

Nehat karîn ku rapor bi rêyeke serbixwe bê piştrastkirin û mirina Bexdadî gelek caran hatiye ragihandin.

Lê belê, eger hat piştrastkirin, mirina wî dê derbeyeke wêranker a din li rêxistina tundrew bide piştî jidestdana Mûsilê, ku Serokwezîr Heyder Ebadî roja Duşemê got ku piştî kampanyayeke çend-mehî ya dijwar ji DAIŞ hat vegerandin.

"Fermandarên herî bilind ên DAIŞ ku niha li parêzgeha Dêrezor in mirina Ebû Bekir Bexdadî, mîrê DAIŞ, ji Rewangehê re piştrast kirin, rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehman ji AFP re got.

"Me îro pê zanî lê em nizanin ew kengî anjî çawa mir," wî got.

Ebdilrehman got ku Bexdadî "li deverên rojhilatî yên Dêrezor bû" di mehên dawî de, lê belê nediyar bû ku ew li wê derê mir anjî li dereke din.

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê rêxistinê li Iraq û Sûriyê dike got ku ew nikariye agahiya Rewangehê piştrast bike.

"Em nikarin vê raporê piştrast bikin, lê em hêvî dikin ku rast be," berdevkê hevpeymaniyê Col. Ryan Dillon got.

Ti piştrastkirin anjî redkirineke fermî di platformên medyaya civakî ya DAIŞ bikar tîne de tune bû.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500