Nûçeyên Iraqê

Grûpên opozisyonê dibêjin ku wan balafirên şer ên Sûrî nêzî zonên agirbestê anîn xwarê

Grûpên opozisyonê balafireke şer a hikûmeta Sûrî roja Sêşemê nêzî zoneke agirbestê li başûrê welat anîn xwarê, li gorî AFP.

Du grûpên isyanker li başûrê-rojhilatê Sûriyê, Artêşa Şêrên Rojhilatê û Hêzên Ehmed Ebdo, roja Sêşemê daxuyaniyeke hevbeş derxistin û gotin ku wan balafir anî xwarê.

"Balafir hat êxistin û wêrankirin li erdên di bin kontrola rejîmê de. Ti agahiyên me li ser balafirvan tune ne," Faris Muncid, rêveberê ragihandinê yê Hêzên Ehmed Ebdo, got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov piştrast kir ku grûpên isyanker nêzî gundekî li ser sînorên îdarî yên di navbera parêzgehên Gundewarê Şamê û Suwêda balfir anîn xwarê.

Parêzgeha Suwêda beşek ji lihevkirineke li ser agirbesteke nû ku bi navbênkariya Amerîka, Rûsya, û Urdunê roja Yekşemê destpê kir.

Lihevkirinê aramiyeke guherbar ji bo piraniya parêzgehan peyda kiriye -- Deraa, Quneytra û Suwêda -- tevî tundutûjiyên ku hatine raporkirin.

Li Suwêda, hêzên hikûmetê roja Duşemê êrîşek dijî Hêzên Ehmed Ebdo û Artêşa Şêrên Rojhelatê pêk anîn.

Şer ta Sêşemê li ser zincîreke gir û gundan li parêzgehê dewam kir, Rewangehê û grûpên opozisyonê gotin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500