Nûçeyên Iraqê

QSD gundekî li jêr kontrola DAIŞê derveyî Reqayê dibe

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) gotin ku wan gundekî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) weke kampeke rahênanê û bingehekê nêzîkî Reqayê li bakurê Sûriyê bikar tanî xiste jêr kontrola xwe, AFP Sêşemê (11ê Tîrmehê) ragihand.

Ev pêşketin tê dema ku hevbendiya Erebî-Kurdî şer dike daku DAIŞê ji Reqayê der bike, ku yek ji dawîn asêgehên wê li Sûriyê ye.

"QSD gundê Ekîrşî li rojhilatê bajarê [Reqayê] xiste jêr destê xwe û êrîşên bi otombîlên bombekirî yên DAIŞê ku hewl dida ku wan paşve bixe vala derket," hevbendiyê derengiya roja Duşemê got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got gundê ku ji aliyê DAIŞê ve weke bingeha serbazî û kampa rahênanê hate bikaranîn bi navê lîderê Qaîde Usama bin Ladin hatibû binavkirin.

Lê rêxistinê herwiha komkujiyek ku bêtirî 200 ji endamên wê li gund têde bûn di sala 2015an de pêk anî, li gor çavdêrgehê, çekdarên ku wê ew tawanbar kirin ku hewl didan ji refên wê derkevin îdam kirin.

QSDê dora 30% ji bajarê Reaqyê xistiye jêr destê xwe ji dema ku di meha Hezîranê de kete asêgeha DAIŞê piştî operasyona ku çend-mehan berdewam kir daku erdê li parêzgeha cîran bixe jêr destê xwe.

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê DAIŞê li Sûriyê û Iraqê dike piştgiriyeke sereke ji QSD re dabîn kiriye ji êrîşên asmanî destpê dike heta çekan û şêwirmendên li ser erdê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500