Nûçeyên Iraqê

Gotûbêjên aştiyê yên Sûriyê piştî agirberstê dîsa destpê dikin

Hikûmeta Sûrî û opozisyon îro Duşemê (10 Tîrmehê) ji bo lidarxistina gereke heftem a gotûbêjên aştiyê bi piştgiriya NY civiyan, bi pêşbînîyeke biçûk ji bo çareseriyê û bidawîanîna krîza şeş salî, AFP ragihand.

Gotûbêj li Cenêvê destpê kirin piştî ku agirbestek li sê parêzgehan li başûrê Sûriyê roja Yekşemê destpê kir, ku çavdêrekî ragihand ku herêm bi piraniya xwe aram bû tevî hin binpêkirinên belawela li vir û wir.

Agirbest bi navbênkariya Amerîka , Rûsya û Urdunê bû, lihevkirina dawî ya ku gihanê derveyî çarçoveya Cenêvê.

Weke prensîp, gera nû ya gotûbêjên Cenêvê dê giraniyê bide wan tiştên ku ji wan re tê gotin "zembîl": Makzagoneke nû, hikûmet, hilbijartin û şerê "terorîzmê".

Gava ku ew roja Duşemê ji bo gotûbêjan giha, şanderê NY bo Sûriyê Staffan de Mistura ji nûçegihanan re got: "Tiştê ji dest me derkeve em dê bikin."

Gotûbêjên dawî meha Gulanê bidawî bûn, pêşketineke piçûk ber bi dawîkirina şerê ku 320,000 kes têde hate kuştin ji dema ku ji Adara 2011an ve dest pêkiriye ve.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500