Nûçeyên Iraqê

Hêzên rejîma Sûriyê tevî agirbestê êrîşî başûrê Sûriyê dikin

Hêzên hikûmeta Sûrî êrîşek dijî çekdarên opozisyonê li parêzgeheke başûrî di roja Duşemê (10ê Tîrmehê) de pêk anîn tevî agirbestê, lê belê medyaya dewletê got ku êrîş dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bû, AFP ragihand.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku êrîşê li parêzgeha Suwêda sibeha roja Duşemê destpê kir, piştî nêzî 24 saetan ji destpêkirina agirbesta bi navbênkariya navdewletî.

"Rejîmê dest bi êrîşan li ser devera bakurê-rojhilatê bajarê Suwêda kir, bi piştevaniya êrîşên asmanî," rewangehê got.

Rêveberê rewangehê Ramî Ebdilrehman got ku grûpên di bin êrîşê de alîkariyê ji hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê DAIŞ dike werdigre.

Wî got ku rejîmê zincîreke gir û gundan li deverê vegerandine.

Lê belê medyaya dewleta Sûrî eynî van cihan bi erdên ku hêzên hikûmetê ji DAIŞ vegerandine binav kirin.

"Hêz û alîgirên me gelek dever, gund, gir û cihên fermandariyê li gundewarên rojhilatî yên Suwêda girtin piştî jinavbirina hejmarên mezin ên terorîstên DAIŞ," ajansa nûçeyan a dewletê SANA got.

Pevçûn di demekê de tên ku agirbesteke ji bo başûrê Sûriyê ku ji danûstandiinên navbera Amerîka, Rûsya û Urdunê pêk hat derbasî roja duyemê bû.

Heta niha, rêkeftina ku roja Înê hat ragihandin aramî ji bo piraniya hersê parêzgehên: Deraa, Quneytra û Suwêda, pêk anî.

Lê belê ligel pevçûnên Suwêda, binpêkirinên sînordar ên din jî hene, li gorî Rewangehê, mîna bombebarana rejîmê û avêtina fîşekan dijî isyankerên li Deraa.

Li parêzgeha Quneytra, raporên derbarê agirê qutqutî yê fîşekan ji her du aliyan ve hebûn, lê belê ti qurbanî di van bûyeran de nebûn, çavdêrgehê got.

Agirbesta Yekşemê ne gelekî beriya destpêkirina danûstandinên aştiyê li Cenîva kete warê bicîkirinê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500