Hêzên Iraqî li Necefî, taxa dawî ya Mûsilê di destê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) de, pêş dikevin, Fermandariya Operasvyonên Hevbeş a Iraqî roja Înê (7ê Tîrmehê) ragihand.
"Hêzên me avahiya agirvemrandinê, bingeha polîs û avahiyeke apartmanan vegerand, herwiha jî rêyeke sereke ku ber bi Dîclayê ve diçe," berdevekê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
Bi dehên malbatan ji wê deverê hatin veguheztin û alîkariya awarte wergirtin, wî got.
"Di şerên îro de gelek çekdar hatin kuştin û hinekine din hatin girtin," wî got.