Nûçeyên Iraqê

Artêşa Iraqî û hevpeymanî kargeheke bombeyan li Enbarê wêran dikin

Hêzên Iraqî kargeheke çêkirina bombeyan di operasyoneke bejayî ya taybet de roja Pêncşemê (6ê Tîrmehê) bi piştgiriya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li rojavayê Iraqê wêran kirin, Fermandariya Operasyonên Cezîra li Enbarê, got.

"Kargeheke bomberêjkirina otombîlan li bakurê Gola Hedîsa, 160 kîlometran li rojavayê Remadî, hat wêrankirin," Fermandar lîwa Qasim Mihemedî ji Diyaruna re got.

Operasyona bejayî ya taybet ku ji aliyê artêşê ve bi piştgiriya êrîşên asmanî yên hevpeymaniya navdewletî hat pêkanîn bû sedema kuştina heft çekdaran, ku yek ji wan êlekekî bombekirî li xwe kiribû, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500