Artêşa Îraqî êrîşeke berfireh ji alîyê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li parêzgeha Selahedînê red kir, û 43 çekdarên rêxistinê kuştin, Wezareta Berevanîyê îro Pêncşemê (6ê Tîmehê) got.
"Artêşê êrîşa ku çekdarên DAIŞ li ser hêzên me li gundê Xedranîyê li bakurê Şirqatê dest pê kiribû têk bir, êrîşa ku tê de otombîlên bi teqîneyan barkirî hatin bikaranîn," wezaretê di daxuyanîyekê de got.
"Çil û sê terorîst, di nav de kesên biyanî, hatibûn kuştin û di operesyonê de dest li ser gelek çek û otombîlan hat danîn," daxuyanîyê got.