Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî şerê DAIŞ li taxa dawî li Mûsilê dikin

Hêzên Îraqî roja Çarşemê (5ê Tîrmehê) derbasî taxa Necfî bûn, devera dawî ya hîn li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ye, cihê ku şerê dijwar hîn berdewam e, Fermandarîya Operesyonên Nînewayê got.

"Çar sikak, yan tenê 500 mitir, mane berî ku Mûsil bi temamî were rizgarkirin," Fermandar ferîq Ebdul Emîr Reşîd Yarela ji Diyaruna re got.

Şêst endamên DAIŞ di şerên roja Çarşemê de hatin kuştin, wî got, wî anî ziman ku rizgarkirina fermî ya Mûsilê dê "di van herdu rojên tên de" were daxuyanîkirin.

"Operesyonên serbazî yên din aniha giranîyê didin ku bermayîyên DAIŞê rakin, malan paqij bikin, sivîlan der bixin û wan bi xwarin û guhdana bijîşkî dabîn bikin," wî got.

Di heman demê de, Serokwezîrê Îraqî Heyder Ibadî serkeftin "serkeftineke mezin" li dijî DAIŞê li Mûsilê, ya ku di agahdarkirina şeva Sêşemê de hate weşandin, li gelê Îraqî û hêzên ewlekarîyê pîroz kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500