Serokê DYA Donald Trump û hemberê wî yê Ferensî Emanwêl Makron roja Sêşemê (27 Hezîranê) li ser bersiveke hevbeş li hev kirin eger Sûriya êrîşeke Kîmawî ya din bikar anî, AFP ragihand.
Lihevkirin, di axivtineke li ser telefonê di nav herduyan de, piştî rojekê hat ku Koşka Sipî rêjîma Sûrî tawanbar kir ku ew xwe amade dike ji pêkanîna êrîşeke gengaz bi çekên kîmawî re.
Berdevkekî serbazî yê DYA roja Sêşemê got ku istixbaratên Amerîkî agadar bûn ku çalakîyeke gumanbar li çepera pêkanîna êrîşeke kîmawî ya diyar ji alîyê rêjîmê ve berî du mehan.
Berdevkê Koşka Sipî Sîn Spîker şeva Duşemê hişyarî da ku eger Serokê Sûrî Beşar Esed "êrîşeke din a bi komî kujêner vike û çekên kîmawî bikar bîne, ew û artêşa xwe dê buhayekî biha bidin".
Trump û Makron roja Sêşemê li hev kirin ku "hewcedarî heye ku ew bersiveke hevbeş bikin eger êrîşa kîmawî li Sûriya hate pêkanîn".