Nûçeyên Iraqê

Hêzên Sûriya Demokratik ribekê ji bajarê Reqayê ji DAIŞê vedigerîne

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ribek ji bajarê Reqayê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) vegerandine, AFP îro Duşemê (26ê Hezîranî) ragihand.

Hevbendîya erebî-kurdî asêgeha rêxistinê ya Sûrî ya sereke di 6ê Hezîranê de hilweşand piştî ku ew çend meha dorpêç kiribû.

"Ji dema ku êrîşê dest pê kiriye, QSD dora 25% ji taxên bajar ên avakirî vegerandine," birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdul Rehman got.

Bi piştgirîya êrîşên asmanî yên hepeymanîyê, QSD taxên başûr-rojhilatî, Mişlib, Sinaa, herwiha Rumaniyê û Sebahiyê li rojava vegerandin, wî got.

Ji van taxan, ew ber bi Bajarê Kevin ê bi pêş ve diçûn di tevgereke dorpêçkirinê de roja Duşemê, ligel pevçûnên li taxa Qadisiyê li rojava û beşinan ji rojhilatê bajêr.

Herwiha şervanên QSD beşekî ji Firqeya 17ê kontrol dikin -- a ku berê baregeheke artêşa Sûrî bû -- û Febrîqeya Şekir a li ser tixûbên bakûrî yên bajêr dikeve.

"Ew dixwazin tevahiya bakurê bajêr kontrol bikin, di nav de Firqeya17ê, lewra jî guvaşeke mezin li ser DAIŞ heye li navenda bajêr," Ebdul Rehman got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500