Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya dijî DAIŞ databaseke tundrewan ava dike

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dike databaseke çekdarên biyanî ava dike daku li pey wan kesên ku ji Iraq û Sûriyê vedigerin mal biçin, AFP roja Pêncşemê (22ê Hezîranê) ragihand.

Ew xebat armanc dike ku alîkariyê di nehştina êrîşên mîna êrîşên ku di vê dawiyê de li Ewropa qewimîn bike, Brêt Mak Gurk, şanderê Koşka Sipî di hevpeymaniya dijî DAIŞ de, got.

"Hevpeymaniya me databaseke cîhanî ya çekdarên biyanî bi rêya torên belavkirina agahiyan û Interpol ava dike, daku piştrast bibe ku her kesê ligel DAIŞ li Sûriyê anjî Iraqê şer kir bê naskirin bi rêya rawestgehên trafîkên rotînî, xalên derbasbûnên sînorî û di dema karêê rotînî yên polîs de," Mak Gurk got.

Hevpeymanî herwiha di nehştina tevlîbûna çekdarên biyanî yên din bo DAIŞ bi serket, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500