Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî 5 zarokên Êzîdî ku DAIŞê revandibûn azad dike

Pênc Êzîdiyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew revandibûn hatine azadkirin, hikûmeta herêma Kurdî îro Çarşemê (21ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî pênc Êzîdiyên revandî azad kirin --sê keçik û du zarok -- weke beşekî ji operasyonên rizgarkirina Mûsilê yên berdewam," Ofîsa herêmî ya karûbarên Êzîdiyên Revandî di daxuyaniyekê de got.

Ew veguhestibûne navendeke bijîşkî daku dermankirinê werbigirin, daxuyaniyê got.

Herdu zarok û herdu keçik ji gundê Koço li Duhokê ne, lê keçika sêyem ji gundekî din li başûr rojavayê Duhokê ye, daxuyaniyê got.

"Hejmara Êzîdiyên ku heta niha hatine azadkirin bûye 3,036," daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500