Nûçeyên Iraqê

Rêxistina Tenduristiya Navdewletî: Li Sûriyê 17 zarok felc bûne

Nexweşiya Felcê ya ku li Sûriyê ji Adarê ve zêde bûye herî kêm 17 zarok pê ketine, Rêxistina Tenduristiya Navdewletî roja Sêşemê (20ê Hezîranê) got, rewş bi "gelekî metirsîdar" wesif kir.

Pazdeh haletên din jî hatine piştrastkirin ji dema daxuyaniya yekem a rêxistinê, berî du hefteyan, ku yekem car bû ku ev nexweşiya berbelav li Sûriyê dide ji 2014an ve.

"Em gelekî nîgeran in, ji ber ku eger tenê haleteke felcê hebe ku zarokek şelel bû bêt, ev tê wateya ku nexweşî ji niha ve belav bûye," berdevkê rêxistinê Tarim Jasarevic li Cenêvê ji rojnamevanan re got.

Wî nîşan bi wê yekê jî da ku bo her haleteke şelel bi felcê, nêzîkî 200 zarok hene ku hilgirê vîrûsê ne lê sîmayên nexweşiyê li wan xuya nakin.

"Vîrûs belav dibe. Ev gelekî metirsîdar e."

Hemû haletên nû navbera 3yê Adarê û 23yê Gulanê derketin, lê tenê niha hatin piştrastkirin, ji ber ku heta du mehan dikşîne ji bo destnîşankirina ku haletek bi felca zarokan a nermker a tund ketiye, wî got.

"Tê çaverêkirin ku em piştrastkirinên bêtir werbigrin," Jasarevic hişyarî da.

Hemû halet ji bilî yekê li navçeya Meyadîn a li parêzgeha Dêrezor ê tije-petrol hatin tomarkirin, ku piraniya wê di destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ye û ku dorpêçeke ser paytextê rê neda gihandina kelûpelên sereke û xizmetguzariyan ji hinek ji xelkê re.

Rêxistina Saxlemiya Navdewletî negot ku haletên Dêrezorê li deverên bin destê DAIŞ derketin an na.

Haletek ji nexweşiya berbelav a ku mumkin e kujer be ku bi awayekî sereke ziyanê digihîne zarokên kêmî pênc salan herwiha li Reqaya baregeha DAIŞ derket.

Lê Jasarevic got ku hîn nexuya ye eger nexweşî bi rastî li Reqayê belav dibe, an jî zarokê pêketî vîrûs ji cihekî din hilgirtiye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500