Nûçeyên Iraqê

Artêşa Pasdaran: Roketên Îranê bo navê Sûriya DAIŞê dikin armanc

Artêşa Pasdaran a Şoreşger a Îslamî ya Îranê roja Duşemê (19ê Hezîranê) got ku roketên wê yên ku avêtin Sûriyê li armancine "Dewleta Islamî" (DAIŞ) xistin weke tolhildanekê li hember êrîşên li ser Tehranê yên ku tundrewan di destpêka vê mehê de li stûyê xwe girtin, AFP ragihand.

"Li ser bingeha agahiyên bawerbar, operasyona rokêtan li dijî DAIŞê serkeftî bû," berdevkê Artêşa Pasdaran General Remzan Şerîf li ser malpera Sepahnews a hêza elîte got. .

Artêşa Pasdaran şeş roket ji rojavayê Îranê di ser sînor re avêtin û li parêzgeha Dêrezorê ya ku bi piranîya xwe li jêr kontrola DAIŞê ye xistin, wan navenda fermandariya DAIŞê dikirin armanc, wan berî niha gotibû.

Êrîşa Duşemê piştî du êrîşên li Tehranê di 7ê Hezîranê de hat ku 17 kes hatin kuştin, di êrîşa yekem de li Îranê ku DAIŞ girte stûyê xwe.

Televîzyona dewletê got ku êrîşê fermandarekî DAIŞê kuşt, ew welatiyekî Siûdî bi navê Saad Huseynî bû, weke Ebû Saad dihate naskirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500