Nûçeyên Iraqê

NY rêya alîkariyê ya nû li Sûriyê daku bigihe awareyên Reqayê vedike

NY korîdoreke alîkariyê ya nû li Sûriyê roja Pêncşemê (15ê Hezîranê) vekir, korîdora ku dibe alikariyê bike daku alîkariyan bigihîne kesên bêhêvî yên ku ji Reqaya asêgeha "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) direvin, AFP ragihand.

"Ev çend roj in ku karkerên mêrxas ên ku di warê mirovahiyê de kar dikin diçin daku korîdoreke nû ji Helebê heta Qamişloyê vekin," Jan Egeland, serokê tîma xebatê ya alîkariyê bo Sûriyê ya bi piştgirîya NY, got.

Karkerên ku di warê mirovahiyê de kar dikin rastî gelek astengiyan hatin dema wan dixwest hewl bidin ku krîza Reqayê çareser bikin, devera ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şer dikin daku DAIŞê jê derxin.

Bi deh hezaran xelk reviyan, lê gihiştina bo deverên dûr zehmet e. NY xwe siparte daxistina asmanî ya alîkariyan ya buha bo Qamişloya, li bakurê rojhilatê Reqayê, ji Şama li jêr kontrola rêjîmê.

Kerwanên rê, yên ku dê gelek alîkariyê di rêya xwe de werbigrin, bêtir ji daxistinên asmanî yên buha, take bijardeya "maqûl" bû, Egeland got.

Lê belê NY xema ewlekariya rê dixwe, rêya ku ji sala 2013an ve hatibû girtin, li gor Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

NY texmîn dike ku dora 170,000 kesî ji bajarê Reqayê û derdora wê tenê di Nîsan û Gulanê de reviyane û bi hezaran kesên sivîl ên aware aniha di kampên ku gelek xelk di wan de û kêm made têde hene. NY pêşbînî dike ku pêline nû ji kesên aware werin her ku şer li hundirê Reqayê berdewam dike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500