Nûçeyên Iraqê

Hevpeymaniya dijî DAIŞ "nikare" kuştina serokê DAIŞ "piştrast bike"

Hevpeymaniya navdewletî ya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike roja Înê (16ê Hezîranê) got ku ew nikare kuştina lîderê rêxistinê piştrast bike, piştî îdiaya Rûsya ku dibe ew hatibe kuştin, AFP ragihand.

"Em niha nikarin van raporan piştrast bikin," berdevkê hevpeymaniyê Eqî. Ryan S. Dillon, got.

Berî niha artêşa Rûsî gotibû ku wê meha borî bi rêya êrîşeke asmanî li lîderên DAIŞ li Sûriyê dabû û hewl dide ku ji wê yekê piştrast bibe ku serokê DAIŞ Ebû Bekir Bexdadî hatiye kuştin an na.

Wê got ku wê Waşington ji êrîşa 28ê Gulanê ya nêzîkî Reqaya asêgeha rêxistinê, ku niha rastî êrîşên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) tê, agahdar kiribû.

"Fermandarên bilind ên grûpa serbazî ya bi navê encumena serbazî ya DAIŞ, 30 fermandarên meydanî yên pile-navîn û 300 çekdarên ku pasevanên wan bûn hatin jinavbirin," wê got.

"Li gorî agahiyên ku bi rêya çendîn kenalan hatin piştrastkirin, lîderê DAIŞ Îbrahîm Ebû Bekir Bexdadî jî di wê civînê de hazir bû û di êrîşê de hat jinavbirin."

Lîderê DAIŞ ê xwedizêner ku li Iraqê jidayik bûye dîtin ji dema ragihandina "xîlafeta" xwe li bajarê Mûsilê li Iraqê berî sê salan di nav xelkê de nehatiye.

Çendîn caran dengoyên birîndarbûn an jî kuştina zilamê herî xwestî li cîhanê hatine belavkirin.

Navê "Şebeh" lê hatiye kirin ji ber ku tê ragihandin ku li derdora sînorê Sûrî-Iraqî ye, lê cihê wî hîn nehatiye piştrastkirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500