Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî êrîşî DAIŞ li Kerûkê dikin

Hêza Asmanî ya Iraqî roja Pêncşemê (15ê Hezîranê) êrîşî cihên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Kerkûkê kir û çendîn çekdarên biyanî yên grûpê kuştin, Wezareta Berevaniyê got.

"Li gorî agahiyên istixbaratî yên ku ji Rêveberiya Giştî ya Istixbarat û Ewlekariyê re hatin dayîn, bazên Hêza Asmanî şeva Pêncşemê çendîn êrîşên asmanî li ser Ebbasî li navçeya Hewîca pêk anîn, û çar çeperên DAIŞ wêran kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Gelek endamên DAIŞ -- piraniya wan biyanî bûn -- di êrîşan de hatin kuştin, û hemû çek û cebilxaneya di destê wan de hatin têkbirin," wê got.

Herwiha, pênc endamên DAIŞ di operasyonên ewlekarî li parêzgehê de hatin girtin, polîsên Iraqê li parêzgeha Kerkûkê roja Înê, got.

Ew gumanlêkirî "bi tometên metirsîdar ên girêdayî terorîzmê" daxwazkirî bûn û sê ji wan çek û teqemenî di destê wan de bûn dema ku hatin girtin, cîgirê fermandarê polîsên nahiyên Kerkûkê Emîd Serhed Qadir, got.

Girtin weke beşekê ji du operasyonên ewlekarî yên cuda li deverên Leylan û Huzeyran li navend û başûrê Kerûkê hatin, wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500