Nûçeyên Iraqê

Fermandarê Iraqî: DAIŞ niha tenê 1% ji Mûsilê kontrol dike

Hêzên Iraqî Bab Sincar li rojavayê Mûsilê bi temamî rizgar kirin, bi vî awayî hiştin devera ku hîn bin destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ye tenê 1% be, Fermandariya Operasyonên Hevbeş roja Înê (16ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî niha 99% ji Mûsilê kontrol dikin û rêxistina terorîst jî tenê 1% ji bajar kontrol dike," Fermandarê Operasyonên Nînewa Ferîq Ebdulemîr Raşid Yarella ji Diyaruna re got.

Operasyonên serbazî roja Înê giranî dane rakirina mayînan û maliştina malan berî derbeya dawî ji bo rizgarkirina asêgeha dawî ya DAIŞ -- derdora Mizgefta Nûrî, û minareya Hedba û devera ku digihîne Çemê Dîcle, wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500