Nûçeyên Iraqê

Arêşa Iraqî êrîşa DAIŞ li ser sînorê Sûriyê vala derxist

Artêşa Iraqî êrîşeke çekdarên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bi rêya otombîlên barkirî bi teqemeniyan li ser sînorê Sûriyê vala derixst, Wezareta Berevaniya Iraqî roja Pêncşemê (15ê Hezîranê) got.

"Hêzên Iraqî êrîşeke jinişka ve ku vê sibehê ji aliyê DAIŞ ve hat pêkanîn vala derxistin û bi temamî pûç kirin," wezaretê di daxuyaniyekê de got.

"Çekdarên DAIŞ sê otombîlên barkirî bi teqemeniyan ligel hejmarek ji xwedizekeran bikar anîn ji bo armancgirtina yekîneyên me yên li ser sînorê Iraqî-Sûrî bicihkirî," daxuyaniyê got.

"Hêza asmanî ya artêşa Iraqî alîkarî di pûçkirina êrîşê de kir bi rêya teqandina hersê otombîlan û kuştina her 13 xwedizekeran," wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500