Nûçeyên Iraqê

Lîderên DAIŞ ên bilind li operasyona taybet li Mûsilê hatin kuştin

Hêzên Iraqî sê lîderên pilebilind ên "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li taxa Şîfa kuştin, ku asêgeha dawî ya rêxistinê li Mûsilê ye, Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqî roja Çarşemê (14ê Hezîranê) ragihand.

"Yekîneyên taybet ên Iraqî ji pişt ve avêtin ser hêlên dijmin li taxa Şîfa li Mûsilê, cihê ku li wir êrîşî baregehên sereke yên DAIŞ kirin û sê lîderên pilebilind -- Ebû Hacir Şamî, Elî Ebdilrehman û Saad Cibûrî kuştin," berdevkê fermandariyê Emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Herwiha, yekîneyê gelek ji alîgirên lîderên DAIŞ kuştin, ku sûd ji hebûna jinişkabûnê ve di êrîşa sibehê de wergirtin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500