Nûçeyên Iraqê

Şerin dijwar di navbera QSD û endamên DAIŞ de li Reqayê diqewimin

Îro Sêşemê (13ê Hezîranê ) pevçûn li Reqayê di navbera Hêzên Sûrya Demokratîk (QSD) û tundrewên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) berdewam in, dema ew hewl didin ku pêşveçûna şervanên QSD ber bi dîwarên Bajarê Kevin ve paşve bibin, AFP ragihand.

Hevpeymaniya şervanên Kurd û Ereb berî hefteyekê derbasî Reqayê bû, piştî çend mehan ji şer daku bajarê li bakur dorpêç bikin.

Ji wî çaxî ve, wan taxek li rojavayê Reqayê û yeka din li rojhilatê wê xistine jêr destên xwe, devera niha ew lê şer dikin da kontrolkirina taxa Sînaayê ya ku digihîne Bajarê Kevin bidest bixin.

Cîhan Ehmed, berdevka kampanyaya QSD ji bo Reqayê, got ku DAIŞê bi awayekî dijwar liberxwe dida.

"Şerekî dijwar li dijî DAIŞê heye, ya ku mayîn, nîşangir û hin caran otombîlên bombekirî bikar tîne," wê got.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, êrîşên DAIŞê ên dijwar li dijî QSD ragihandin.

"Ji ber êrîşên cîhadiyan ên dubare, tax bi temamî nehatiye misogerkirin," rewangehê got.

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdulrehman got, bidestxistina Sînaayê dê "pêşveçûna QSDê ya herî girîng be di şerê Reqayê de ji ber ew dê wan bigihîne navenda bajar".

"Şerê Reqayê yê sereke dê li navenda bajar biqewime," wî got.

Wî anî ziman ku hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê di Bajarê Kevin de hatibûn dorpêçkirin, ku bawerî heye ku wan tunel lê kolane daku bi hêsanî berevaniyê li deverê bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500