Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî êrîşên xwekujî li Musenayê têk dibin

Hêzên Îraqî hewldana ji alîyê du êrîşkarên xwekuj ve daku bidizî derbasî parêzgeha Musenayê ya li başûrê Îraqê, li rojhilatê Enbarê, di rêyeke biyabanî re bibin red kirin, Wezareta Karê Hundir îro Duşemê (12ê Hezîranê) got.

Şeva borî, endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hewl dan ku bidizî di otombîleke bi teqemenîyan barkirî di sînorê rojavayî yê parêzgehê yê biyabanî re derbasî Musenayê bibin, berdevkê wezaretê emîd Saed Maen ji Diyaruna re got.

"Hêzên me her du otombîl kifş kirin û yek ji wan teqandin, lê yên din karîbûn birevin û xwe li biyabanê veşêrin," wî got.

Hêzên ewlekarîyê bi piştgirîya helîkopterê li biyabanê li siwareya reviyayî û şanên terorû yên nêzîk digerin, Maen got.

"Dibe ku ew hewldana biserneketî, armanc dikir ku otombîlên bombekirî derbasî Musenayê bikin û êrîşên terorî ku kesên sivîl di Cejna Remezanê de bikin armanc bicih bînin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500