Hêzên Iraqî devera Bursa ya nêzî Bajarê Kevin ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) vegerandin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî roja Duşemê (12ê Hezîranê) ragihand.
"Ajansa Dijî-Terorê û yekîneyên artêşê Bursa bi temamî vegerandin û xesarên giran gihandin DAIŞ," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.
"Vegerandina Bursa alîkariya hêzên me kir di pêşveçûna de ber bi kolanên Heleb û Teyib li Bajarê Kevin, ligel vekişîna berçav a terorîstên DAIŞ," wî ji Diyaruna re got.
Bi dehên malbatan ji bo cihên ewle hatin veguhestin, wî got, û "herî kêm 20 terorîst di pevçûnên îroj de hatin kuştin".
Roja Şemiyê, hêzên Iraqî taxa zenjîlî vegerandin, û DAIŞ bi tenê li taxa Şîfa maye, beriya ku bigihin asêgeha wê ya stratîjî li taxa Bajarê Kevin.