Nûçeyên Iraqê

Pevçûnên dijwar diqewimin piştî ku QSD li nava Reqayê li dijî DAIŞ dicenge

Şervanên Hêzên Sûrîya Demokrat (QSD) îro Pêncşemê (8ê Hezîranê) şerên dijwar li dar xistin dema ku wan hewl da ku bêtir bi pêşve biçin hundirê, Reqayê, asêgeha rêkxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), piştî du rojan ji derbasbûna wan ji bakurê bajar re, AFP ragihand.

Hevbendîya QSD, ya ji şervanên kurd û ereb pêk tê, destpêka vê heftiyê dest bi şerê nava bajar kir piştî heft mehan ji şerê dorpêçkirina asêgeha tundrewan.

Roja Çarşemê, rojnamevanekî AFP bi şervanên QSD re derbasî bajar bû û şerên giran li taxa Mişlibê dîtin, ligel ku DAIŞ gelek caran hawinan ser bi hêzên ku bipêşve diçin dibarîne.

Wî got beşek ji taxê li jêr kontrola QSD bû lê balefirên hevpeymanîyê hîn êrîşên asmanî li dijî çekdarên DAIŞê li deverine din ji taxê pêk tanîn, ew jî yek ji taxên herî mezin li Reqayê.

Şervanên QSD çekdar bûn, bi piranî bi çekên sivik bû, di nav de Klaşnîkof, herwiha wan jî li DAIŞ vegerand û hawin diavêtin çeperên wan.

Wan hewl dida ku otombîlên xwe ji êrîşa ji alîyê dronên kişfkirinê yên çekdar yên ku çekdarên DAIŞ şandibûn veşêrin, ev teknîkeke rêxistînê ya hevyaz e di şerê wê li Sûriyê û Îraqê.

Îro Pêncşemê, QSD nehişt ku rojnamevan vegerin bajar, devera ku şer lê berdewam dikir.

Rewangeha Sûrî bo çavdêrîya Mafên Mirov got ku aniha QSD kontrola dora ji sisêyan du beşan ji taxa Mişlibê dike û ew 400 mitrî dûrî taxa Sinayê bûn.

"Nîşangirên DAIŞ yên ku çavdêrîya taxa Mişlibê dikin hene û wan mayîn ên himbiz li wê derê çandine," Rewangehê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500