Nûçeyên Iraqê

Êrîşkarê Parîs "di vidyoyekî de loyaletî ji DAIŞ re ragihandibû"

Zilamekî ku li derveyî kenîsa katedrala Notre Dame li Parîsê bi çekûçekî êrîşî polîsekî kiribû loyaletî ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) re ragihandibû di vidyoyekî de ku li apartmana wî hat dîtin, AFP roja Çarşemê (7ê Hezîranê) ragihand.

Zilamê 40 salî, ku ji aliyê polîs ve bi fîşekan berdanbû, hawar dikir ku ew "leşkerekî xilafetê" bû dema êrîşa roja Sêşemê, û wî weke tolhildanê ji Sûriyê re ev kiryar pêk anî.

Vidyoya ragihandina loyaltiya ji DAIŞ re hat dîtin dema ku polîs li apartmaneke ku wî bi kirê girtibû li Cergy li derveyî Parîsê digeriya, jêderekî di lêpirsînê de beşdar got.

Zilam di rewşa girtinê de li nexweşxaneyê hatiye danîn, ku li wir ji ber birîneke bi guleyê di sînga wî de tê îlackirin.

Dokûmêt eşkere dikin ku êrîşkar xwendkarekî doktora yê Cezairî ye û medyayê li zanîngehekê li rojhilatê Fransa dixwîne.

Efserê polîs ê 22-salî bi birînên sivik di sitûyê xwe de birîndarbû li meydana mişt, ku ew yek ji cihên geştiyarî yên herî serdankirî ye li Fransayê.

Fransa hîna rewşa awarte jiyan dike piştî êrîşên ku li Parîsê di Mijdara 2015an qewimîn, dema ku çekdarên DAIŞ 130 kes di şeveke komkuştinê de li sernaserê bajar kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500