Nûçeyên Iraqê

Şeş kes ji malbatekê di teqîneke kujêner de li Hîtê hatin kuştin

Deh kes ji malbatekê hatin kuştin yan brîndarkirin dema xwekujekî ku ji ber polîs direviya xwe li mala wan li rojavayê Enbarê girt, polîsê Enbarê îro Çarşemê (7ê Hezîranê) got.

"Şeva borî xelk li bajarê Hîtê çav li xwekujekî ketin û polîsan da pey wî daku wî bigirin, Lê belê ew derbasî malekê bû û xwe li wir veşart," serokê polîsê Enbarê liwa Hadî Kesar Erzayij ji Diyaruna re got.

"Dema ku polîs hewl da ku wî bigire, wî xwe teqand, şeş nefer ji heman malbatê kuştin," wî got, di nav wan de bav, dê, dapîr û sê zarok.

Çar kesên din ji malbatê li odeya li tenîşt wê bûn, ew bi "awayekî dijwar hatibûn birîndarkirin" serokê polîs got, wî anî ser ziman jî ku aniha ew di nexweşxaneyeke pispor de têne dermankirin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500