Nûçeyên Iraqê

DAIŞ erdên zêdetir li Mûsilê ji dest dide

Hêzên Iraqî yên ku li rojavayê Mûsilê şerê "Dewleta Islamî" (DAIŞ) dikin roja Çarşemê (7ê Hezîranê) sê cihên nû li Bajarê Kevin rizgar kirin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Iraqî ragihand.

"Hêzên Iraqî Furin, Xaskî, û Lican li taxa Zencîlî vegerandin, û devera di kontrola DAIŞ de bo 4% [ji rojavayê Mûsilê] kêm kirin," berdevkê fermandariyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

"Dê şer di çend rojan de yekalî bibe," wî got.

Lîderê DAIŞ Hemîd Ehmed, ku bi navê Ebû Humam Iraqî jî tê naskirin, roja Çarşemê di êrîşeke asmanî ya hevepeymaniyê de hat kuştin, hevdem 16 tundewên din di rûbirûyên dîrekt de li hember artêşê hatin kuştin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500