Nûçeyên Iraqê

Fermandar: QSD ji rojhilat derbasî Reqa dibe

Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) roja Sêşemê (6ê Hezîranê) derbasî çepera Sûrî, Reqa, ya rêxistina "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bûn, kêmtir ji saetekê piştî ragihandina qonaxeke nû di şerê wan de yê li bajar.

"Hêzên me ji navçeya Mişlib ya rojhilatî derbasî Reqa bûn," fermandara QSD Rojda Felat ji AFP re got.

Wê got ku pevçûnên dijwar li gundewarên bakûrî yên bajar pêk têne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got ku QSD hejmareke cihan di nav Reqa de roja Sêşemê girtin, piştî ku bi şev ji qeraxa rojhilatî ya bajar pêşketin.

"Wan kontrola xala li Mişlib kiriye, ligel hejmareke avahiyan," rêbeverê Rewangehê Ramî Ebdilrehman got.

Pêşketin piştî êrîşên asmanî yên giran ji aliyê hevpeymaniya navdewletî ve hat, wî got.

Piştî gelek mehan ji qepatkirina rêyên gehştina bajar ji rojhilat û rojava ve, QSD roja Sêşemê qonaxeke nû di şerê xwe de yê li Reqayê ragihand.

"Em îro destpêkirina şerekî mezin ji bo rizgarkirina bajarê Reqa, yê bi nav paytexta terorîzmê û terorîstan tê naskirin, radgehînin," berdevkê QSD Telal Silo ji rojnamegeran re li gundê Hezîma, li bakûrê bajar, got.

"Ligel balafirên serbazî yên hevpeymaniya navdewletî û çekên herî pêşketî ku wan ji me re peyda kirine, em dê Reqa ji DAIŞ bistînin," Silo got.

Wî ji sivîlên nav bajar daxwaz kir ku xwe ji cihên DAIŞ û eniyên pêşîn dûr bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500