Nûçeyên Iraqê

Endamekî bilind ê DAIŞ li rojavayê Bexdayê hate girtin

Hêzên Îraqî roja Duşemê (5ê Hezîranê) endamekî bilind ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojavayê Bexdayê girtin, Wezareta Karê Hundir ya Îraqî îro Sêşemê got.

"Hêzên operesyonên taybet endamekî bilind ê DAIŞ şopandin û ew di operesyoneke ku bi baldarî hatibû plankirin girtin," berdevkê wezaretê emîd Saed Maen got.

Îstixbaratên Fedralî û Ajansa Lêpirsînan, bi piştgirîya hêzên bejahî, "Nasir Ebûd, ê ku terorîstekî mezin yê DAIŞ e,û endameke di ya ku jê re tê gotin wîlayeta Felûca girtin, dema wî hewl dida ku derbasî paytextê bibe", Maen ji Diyaruna re got.

"Ew birin çavdêrîyê û lêpirsînê pê re dikin berî wî bibin dadgehê," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500