Nûçeyên Iraqê

Hêzên Îraqî nêzî rigarkirina Zencîlî ne

Herî kêm 30 ji çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) di şerê rojavayê Mûsilê de îro sêşemê (6ê Hezîranê) hatin kuştin, Fermandarîya Operesyonên hevbeş a Îraqî got.

Herwiha êrîşên asmanî yên hevpeymanîya navdewletî şeş çeperên DAIŞ li taxa Zencîlî û nêzîkî Bab al-Tob wêran kirin.

"Dibe ku hêzên me dê di saetên ku tên de armancên xwe li Zencîlî bicih bînin," berdevkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Di heman demê de, hêzên Îraqî operasyonine nû li Bab el-Tob dest pê kirin, "dema ku Ajansa Dijî Terorîzmê dawîn paşmahiyên molgehên DAIŞ bi temamî li taxa Sihayê wêran kirin", wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500