Nûçeyên Iraqê

NY DAIŞ bi kuştina 163 sivîlan li Mûsilê di 1ê Hezîranê de tometbar dike

Rêveberê karûbarên mafên mirov li Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê (6ê Hezîranê) "Dewleta Islamî" (DAIŞ) bi kuştina 163 sivîlan di hefteya borî de daku rê li reva wan ji rojavayê Mûsilê bigrie tawanbar dike, li gorî AFP.

"Wiha diyar e ku hovatiya DAIŞ û girûpên terorîst ên din tu sînoran nas nake," Zêd Raed Hisên got.

"Duh, stafê min min agadar kir ku laşên zilam, jin û zarokên Iraqî heta niha li kolanên taxa Şîfa avêtî ne, piştî ku 163 kesên ku gule hatin berdan wan û ji aliyê DAIŞ ve hatin kuştin daku nerevin," wî di gotara xwe ya destpêkê de ji Encumena Mafên Mirov a NY re got.

"Stafê min rapor li ser kesên nediyar yên vê taxê jî wergiritine," wî anî ser ziman jî, bê ku agahiyên hûr yên zêdtir bide.

Berdevkê wî Rupert Kolvilî ji AFP re got ku tê bawerkirin kuştin di 1ê Hezîranê de pêk haitbe.

Hêzên Iraqî hemû deveran ji bilî sê çarekên li derdora Bajarê Kevin yê li rojavayê Mûsilê vegerandine, lê belê tundrew di deverên pir niştecihbûyî de şer dikin, û sivîlan weke mertalên mirovî li gelek xalên şerê bikar tînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500