Nûçeyên Iraqê

Êrîşkerê Londonê yê sêyem ê ku li ser rêya Sûriyê bû hate girtin

Zilamekî sêyem ji ber pêkanîna êrîşa kujêner ya roja Şemîyê li orta Londonê di (3yê Hezîranê) de hat girtin, ew zilamekî Îtalî ye bi eslê xwe Mexribî ye, yê ku sala borî ji ber guman hebû ku wî hewl dabû ku bighe Sûriyê hatibû girtin, AFP ragihand.

Navgînên ragihandinê yên Îtalî yên sereke gotin ku Yûsif, ê 22 salî, kurê dêyeke Îtalî ye ya ji Bolonyayê ye û bavê wî Mexribî ye.

Dê û bav ji hev veqeta bûn û kurê wan, yê ku pasportên wî ji herdu welatan hebûn, bi awayekî sereke li Mexribê dijî û bi awayekî asayî li Brîtanyayê kar dikir.

Raportên Îtalî gotin ku sala borî rê li ber Zexba li balefirgeha Bolonyayê hatibû girtin, dema wî dikir ku li balefireke ku diçû tirkîyê siwar bibe, diyar e ku nihta wî hebû ku tevlî çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li Sûrîyeyê bibe.

Ew hat girtin, tenê xelîtkeke biçûk, pasporta wî û tîkêta ku tenî wî digihîne Stembolê pê re hebûn.

Hate ragihandin ku polîs vîdyone ku propegandayê ji DAIŞê re dikin di telefona wî de dîtin, lê piştî lêpirsînê, wan tu delîlên têr ên didin xuyakirin ku têkilîya wî bi terorîzmê re heye nedîtin daku wî dad bikin.

Weke encam ew hate berdan û ji ber ku pasporta Îtalî pê re hebû jê nedihate xwestin ku li gorî emrê îdarî yê ku Îtalya bi awayekî rotînî bikar tîne li dijî kesên guman heye ku ew çekdarên Misilman ên ji Mexrib û Tûnisê ne ew bê rawestandin.

Li gorî raportan, muxaberatên Brîtanî û yên Mexribî li ser rewşa Zexba hatibûn agedarkirin ku dibe ew çekdar be.

Lê polîsê Brîtanî got ku "ne polîs û ne MI5 girîngî ne dane" mesela zexba.

Li gorî raportan, Zexba li Fasê, li Mexribê ji dayik bûye û ticarî demeke dirêj ew li Îtalîyayê nejîye.

Dayika wî ji polîs re got ku sala borî wî pere ji wê xwestin da ku her Romayê berî ew ji nişkî ve bide ser rê u biçe Sûriyê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500