Nûçeyên Iraqê

Jêderekî serbazî: Artêşa Sûrî bajarokekî Helebê ji DAIŞ destine

Arêşa Sûrî roja Yekşemê (4ê Hezîranê) bajarokekî sereke ji "Dewleta Islamî" (DAIŞ) li rojhilatê Helebê stand, AFP ragiand, û armanca xwe ya derxistina tundrewan ji herêmê eşkere kir.

Girtina Meskena, li aliyê rojavayî yê Gola Esed, weke beşek ji operasyoneke serbazî ya gelek mezin tê ku di nîvê meha Kanûna Duyem ji bo derxistina tundrewan ji herêmê dest pê kir.

"Yekîneyên Serbazî di pêşketina li rojhilatê parêzgeha Helebê de berdewam in û li komên terorîstên DAIŞ digerin," jêderekî serbazî, ku medyaya dewleta Sûrî li ser zimanî wî veguhest, got.

"Ewlehî û aramî hatine vegerandin bo bajarokê Meskena yê stratejî û herwiha bo hejmareke ji deverên din jî," heman jêder got jî.

Meskena hedefekî sereke yê artêşa Sûrî bû, û dora 15 kîlometran ji parêzgeha Reqa dûr e, ku tê pêşbînîkirin ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di demeke nêz de êrîşekê li ser bajarê Reqa pêk bînin.

Heta niha nayê pêşbînîkirin ku artêşa Sûrî di wê operasyonê de beşdar bibe.

Jêderekî serbazî ji AFP re eşkere kir "devera Meskena dawîn navenda girîng a vehewana sivîlan e li ser sînorê rojhilatî yê parêzgeha Helebê yê bi parêzgeha Reqayê re".

"Kî Meskena control bike kontrola mîhwerekî ji bajarê Reqa heta bi bajarê Helebê dike," wî da zanîn.

Hebûna DAIŞ li rojhilatê Helebê aniha "di dawiya xwe de ye", wî got.

Artêşa Sûrî zêdetirî 200 bajarok û gund kontrol kirine ji destpêka operasyona wê ya li rojhilatê parêzgehê, piştî vegerandina paytexta parêzgehê di Kanûna Yekem de.

Aniha DAIŞ tenê kontrola sê çar "gundên dûrî hev yên ku bi asanî tên rizgarkirin li rojhilat û başûr-rojhilatê parêzgeha Hebebê, li deverên biyabanî dike", Ramî Ebdilrehman, rêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500