Nûçeyên Iraqê

Hevpeymanî alîkariyê ji hêzên li serbazgeha Tenfê re dişîne

Hêzên hevpeymaniyê li Sûriyê piştgiriya serbazgeha xwe ya nêzîkî deriyê sînorî yê Tenfê dikin di nava komekê ji hêzên ser bi rejîmê ve ku li derdora wan e, AFP Pêncşemê (1ê Hezîranê) ragihand.

"Me hebûn û şûna lingê xwe zêde kirine û em amade ne ji her gefeke ji aliyê hêzên rejîmê ve," berdevkê hevpeymaniya Amerîka Col. Ryan Dillon got.

Tenfê, ya li ser rêya giştî ya sereke ye ku Şam û Bexdayê digihîne hev, ji aliyê hêzên ku Îran piştgiriya wan dike ve ku alîgirên rejîma Sûriyê ne li jêr metirsiyê ye. Devera, ku li bakurê rojhilatê sînorê Urdunî dikeve, ji alîyê hêzên hevpeymaniyê ve weke cihekî rahênan û destpêkirina êrîşan li dijî "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) tê bikaranîn.

Balafirên hevpeymaniyê 18ê Gulanê li eniya karwana rêjîmê xist ya ku diyar bû ber bi sebazgeha Tenfê ve diçû.

Ev êrîş di hundirê "zoneke bêşer" ya damezrandî de li devera ku nivtîreya wê 55 kîlometir li derdora bingehê pêk hat. Pentagonê got xuya dike ku hêzên rejîmê hewl didan ku "bingeheke agir" ji yekîneyên topavêjan re di hundirê zonê de ava bikin.

Dawiya hefteya bûrî balefirên hevpeymaniyê belavok avêtin û hêzên alîgirên rejîmê hişyar kirin ku dûr bikevin.

Dillon got ku dora 200 ji hêzên hevpeymaniyê û hêzên hevkar li wir hene û piştgiriya wan hatiye kirin.

"Hêzên me li Tenfê berdewam li jêr kontrola me ne," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500