Nûçeyên Iraqê

Cezayir pêşwaziya penaberên Sûrî yên ku li ser sînor asê mabûn dike

Cezayirê qebûl kir ku pêşwaziya 41 penaberên Sûrî bike yên ku ji nîva meha Nîsanê ve li devereke biyabanî nêzîkî sînorê Mexribê asê mabûn, wezareta derve roja Pêncşemê (1ê Hezîranê) got.

Ev biryar piştî du rojan ji wê yekê tê ku ajansa penaberan a girêdayî NY got ku derdê penaberan -- ên ku di nav wan de jineke ducanî heye -- "a ku parastina wê nepêkan e", Cezayir û Mexrib han dan ku li ser çareseriyekê bixebitin, AFP ragihand.

Di daxuyaniyeke ku ajansa nûçeyan APS weşandibû, wezareta derve got ku Cezayir dê pêşwaziya penaberan bike weke "nîşaneke mirovî ya awarte".

Wê herwiha got ku biryar ji bo meha Remezanê ya rojiya Misilmanan a pîroz e.

Penaber dê bi cih û xwarin bibin û eger ew bixwazin ew dê bigihin endamên malbatên xwe li welatekî sêyem, berdevkekî wezaretê di daxuyaniyeke ku di APS de hatibû weşandin got.

Roja Sêşemê UNHCR got ku xebateke "lezgîn" " ji aliyê Mexrib û Cezayirê ve gerek e ji bo ku " derbasbûna yekser û ewle ji her 41 penaberên Sûrî yên birînbar re hêsan bike".

Ew grûp ji 17ê Nisanê ve asê mabû di nav wan de zarok û jin hebûn, ku herî kêm yek ji wan hewcedarî emeliyeke qeyserî bû, wê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500