Nûçeyên Iraqê

Hêzên Iraqî serkeftinan li rojavayê Mûsilê radigihînin

Hêzên Iraqî nêzîkî nîva du taxan li rojavayê Mûsilê yên ku di nav armancên operasyoneke berfireh li dijî "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ku hefteya borî hatibû ragihandin de ne rizgar kirin, AFP roja Înê (2ê Hezîranê) ragihand.

"Yekîneyên me niha li taxa Siha ne û (vegerandina) 60% jê temam kirin û di pêşketinê deberdewam in," Emîd Rukin Heyder Ubêdî, fermandarekî Ajansa Dije Terorê, got.

Ferîq Raid Şakir Cewdet, fermandarê polîsên federal, di daxuyaniyekê de got ku hêzên wî "bi hişyarî pêşketinê berdewam dikin, û 40% ji taxa Zencîlî kontrol kirine".

Ev du ji sê taxên ku armanca êrîşa niha ya hêzên Iraqî ne, ku ya sêyem devera Şefaa ya nêzîk e.

Hersê li bakurê Bajarê Kevn in, ku devereke qerebalix e û kolanên wê teng in û avahiyên wê nêzîkî hev in ku ev yek tehedayeke mezin datîne pêş hêzên ewlekarî.

Di daxuyaniyekê de, Wezareta Berevaniya Iraqî got ku hêzên rizgarker kargeheke çêkirina bombeyan dîtin di dema operasyoneke lêgerînê li taxa Hawî Kenîsa de.

"Hêzên ewlekariyê li Hawî Kenîsa kargehek ji bo bomberêjkirina otombîlan bi teqemeniyan û çêkirina bombeyên bidestçêkirî dîtin, ligel depoyeke mezin ji derman û madeyên bijîşkî yên DAIŞ", daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500