Nûçeyên Iraqê

Êrîşa hevpeymanîyê serkêşekî DAIŞ li Mûsilê dikuje

Serkêşekî bilind ê "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) di êrîşeke asmanî ya hevpeymanîya navdewletî de li Mûsilê hate kuştin, Ajansa Dijî Terorê ya Îraqî di daxuyanîyekê de roja Sêşemê (30ê Gulanê) got.

"Terorîst Omer Mihdî Ehmed Zêdan, ê ku bi navê Ebû Munzir Urdinî jî tê naskirin... di êrîşeke asmanî de ku ji alîyê balefirên şer ên hevpeymanîya navdewletî li Nînewayê paytexta parêzgeha Mûsilê dest pê kiribû hate kuştin," daxuyanîyê got.

"Agahîyên ku hatibûn berhevkirin tekez dikin ku Urdinî serkêşekî bilind ê DAIŞ bû," Ajansa Dijî Terorê got.

Hevdem, berdevkê Fermandarîya Operesyonên hevbeş a Îraqî emîd Yehya Resûl roja Çarşemê got ku hêzên Îraqî bi sedan malbat ji rojavayê Mûsilê derxistin û ber bi derverin ewle ve birin .

"Pêşketin di şerê taxa Zencilî de hate çêkirin, ku hêzên Îraqî gelek avahîyên hikûmî û yên xizmetê vegerandin û herî kêm 20 çekdarên DAIŞ, di nav de çeteyên biyanî jî kuştin," wî ji Diyaruna re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500