Nûçeyên Iraqê

Topbarana DAIŞ 14 kesan li bajarê Sûrî Dêrazorê dikuje

Çardeh kesên sivîl hatibûn kuştin derengî roja Duşemê (29ê Gulanê) dema ku çekdarên "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) taxeke ku ji alîyê hikûmetê ve tê kontrolkirin li bajarê Dêrazorê yê li rojavayê Sûriyê topbaran kir, AFP ragihand.

Sê zarok di nav qurbanîyan de bûn li taxa Corayê ya li jêr kontrola rêjîmê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

"Topbaranê yekser berî ku malbat dicivîyan ji bo rojîya xwe bişikînin dest pê kir," birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman got

Bajarê Dêrazorê ji destpêka sala 2015an ve ji alîyê DAIŞê ve hatiye dorpêçkirin, sêyeka bajêr a ku ji alîyê rêjîmê ve tê kontrolkirin, warê 100,000 kesî ye li gorî texmînan.

Herwiha piranîya parêzgeha ku bi neftê zengîn e li jêr kontrola DAIŞ e.

"Herî kêm şeş hawnan li taxa Corayê xist. DAIŞ bi awayekê rêkxistî bi hawinan li vê taxê dixist," Omer Ebû Leyla got, çalakvanekî ji Dêrazor 24, ya ku nûçeyên di derbarê bajar de diweşîne.

Wî got bêtir ji 40 kesan hatibûn birîndarkirin, di nav de jin û zarok jî.

"Hinek ji wan rewşa wan giran e, lê rewşa tendirustîyê li taxê xirabtir dibe ji ber ku karmend, derman û alavên bijîşkî kêm in," wî ji AFP re got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500