Nûçeyên Iraqê

Şerê Mûsilê dikeve pêngava dawî de

Dema ku hêzên Îraqî rojane pêşveçûneke nû di şerê Mûsilê de bi dest dixin, plana serbazî ya vegerandina bajar ji "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) ketiye bêngava xwe ya dawî de, Fermandarîya Operesyonên hevbeş îro Sêşemê (30 Gulanê) got.

"Hêzên Îraqî derbasî taxên Şifa û Zencelî bûne [bakurê Bajarê Kevin] û bêtir ji 20 avahîyên hikûmetê vegerandin," berdevkê fermandarîyê emîd Yehya Resûl ji Diyaruna re got.

Efserekî artêşa Îraqî got ku hêzên ewlekarîyê hêdî hêdî li taxa Şifa bi pêş ve diçûn, wan hewl dida ku jêrxaneyê biparêzin, AFP ragihand.

"Kêşe ew e ku taxeke çar yan pênc nexweşxane tê de hene," emîd Şakir Kazim Muhsin got, wî anî ser ziman jî ku destûr bi hêzan re heye "ku demeke dirêj operesyonê berdewam bike ji bo ku jêrxaneyê biparêzin û kesên sivîl aram bihêlin ".

Di heman demê de, Polîsê Fedral korîdorine ewle ji sivîlan re li Bab el-Tob û Bab el- Beyd vekirine daku derketina wan ji zonên şer hêsan bikin, Resûl got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500