Nûçeyên Iraqê

Rêxistinên sivîl: Penaberên Sûrî di navbera Mexrib û Cezairê de asê mane

Girûpeke ji nêzî 50 penaberên Sûrî ku di navbera Mexrib û Cezairê de hatine dorpêçkirin rastî "rewşeke wêranî" hatine ji ber ew nikarin ber bi alîyekî ji herduwan ve biçin, çavdêrên Mafên Mirov roja Çarşemê (24ê Gulanê) hişyarî dan.

"Em vê rewşa wêranî şermezar dikin, rewşa ku malbatin Sûrî bitevahî li zoneke di navbera herdu sînoran de li nêzîkî devera Figîgê (li Mexribê) û Benî Ûnîfê (li Cezairê) asê mane," wan di daxuyanîyekê de got.

Komeleya Mexribî bo Mafên Mirov û Kombenda Cezairî bo Berevanîya Mafên Mirov bang li herdu hikûmetan kirin ku alîkarîyê bi penaberan re bikin.

Derdê wan kesên dorpêçkirî "giran e hêjaye ku desthilatdarên herdu welatan li ser maseyê rûnin û li ser rewşa wan biaxivin û çareserîyekê jê re peyda bikin", wan di daxyanîyê de got.

Jin û zarok di nav wan kesên ku ji dawîya meha Nîsanê ve li erdeke beyar bêwar mane hene.

Ew zona bejî di navbera herdu welatan de ji sala 1994an ve hatibû girtin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500