Nûçeyên Iraqê

NY doza selametiya vekolînerên ku li ser êrîşên gazî li Sûriyê xebitîne dike

NY ji bo bidestxistina garantiyên ewlehiyê dibû ku tîmeke navdewletî bişîne cihê êrîşa li Sûriyê ya ku tê bawerkirin ku gazê sarin tê de hatiye bikaranîn, AFP roja Sêşemê (23yê Gulanê) ragihand.

Herî kêm 88 kes di êrîşa 4ê Nîsanê li Xan Şêxûn li parêzgeha Idlibê hatin kuştin.

Birêveberê bêçekirin li NY Izumi Nakamitsu ji Encumena Ewlekariyê re got ku plankirina misyona dîtina agahiyan li Xan Şêxûn "dest pê kiriye", lê belê tu tarîxek nahatiye destnîşankirin.

Tîma Rêxistina Nehiştina Çekên Kîmyawî (OPCW) dê bê spartin li devereke di bin kontrola opozisyonê de daku mînak û şehadetan ji şahidhalan kom bike, wê got.

Nakamitsu got ku ew kar dike daku "alîkariyê bike ku piştrast bin ku her serdaneke tîma misyona peydakirina agahiyan li wî cihî dê ligel bihêztirîn garantiyên ewlekariyê bibe".

Mînakên ku ji qurbaniyan, encama nexweşên birîndabûyî û dewarên mirî ji Xan Şêxûn hatin wergirtin erênî bi madeya sarîn anjî weke sarîn derket, OPCW ji encumenê re got.

Mînak dema pêkanîna otopsî ji sê qurbaniyan hatin wergirtin, 10 kesên ku li nexweşxaniyê hatin îlackirin, du balindeyên ku hatibûn jehirkirin û ax û heliz jî , rêxistineke NY di raporekê de bo encumenê got.

Birêvebêr giştî yê OPCW Ahmet Uzumcu meha borî got ku têsta ku "gengeşeyê" qebûl nake daxuyand ku sarîn anjî madeyeke hevşêweyê wê hatiye bikaranîn.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500