Nûçeyên Iraqê

Wezîrê Frensî: Êrîşkerê Manchesterê "dibe" ku çûbe Sûriyê

Xwekujê ku 22 kes li konserekê li bajarê Brîtanî Manchester kuştin "dibe" ku çûbe Sûriyê, Wezîrê Karê Hundir yê Frensî Gerard Collomb îro Çarşemê (24ê Gulanê) got.

Collomb ji BFMTV re got ku ajansa istixbartên Britanî hevpîşeyên xwe yên Frensî agedar kirine ku Selman Abidî, yê biesil Lîbî, "li Brîtanyayê bixwedî bûye û ji nişka ve, piştî seyraneke ku çûbû Lîbyayê û dibe ku çûbe Sûriyê jî, ew bûye tundrew û biryar daye ku vê êrîşê cîbecî bike”.

Collomb got "gengaz e" ku Abidî alîkarî ji kesin din wergirtibe, wî not kir ku ew "piştrast in" ku têkilîyên wî bi "Dewleta Îslamî" ( DAIŞ) re hebûn, AFP ragihand.

DAIŞ xwe kire perpirsyarê êrîşa li ser konserê ya ku ji alîyê stêrka pop a Amerîkî Ariana Grande ve hatibû cîbecîkirin, êrîşa ku gelek ji qurbanîyên wê zarok bûn.

"Aniha, tenê tiştên ku pêşkinyarên Brîtanî ji me re gotine em dizanin," Collomb got.

Wezîrê Karê Hundir ê Brîtanî Amber Rudd ji êzgeha BBC re îro Çarşemê got "dibe û gengaz e" êrîşker ev tişt ne bitena xwe dikir ".

Rud got ku xortê 22 salî bi radarên civaka istixbaratan dihate şopandin.

Piştî ku xortekî 23 salî roja Sêşemê girtin, polîs got ku wan sê zilamên din roja Çarşemê kirin bi çavdêrîyê de li başûrê Manchesterê, devera ku Abidî lê dijîya.

Piştî êrîşê, Brîtanyayê hişyarbûna xwe bilind kir heta asta herî bilnd ji ber tirsa qewimîna êrîşeke terorî ya nû di demeke nêz de.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500