Nûçeyên Iraqê

20 çekdarên DAIŞ li Qaimê hatin kuştin

Operasyonên serbazî û êrîşên asmanî yên li dar in li rojavayê Iraqê 20 çekdarên "Rêxistina Islamî" (DAIŞ) di du rojên borîn de kuştin, Wezareta Berevaniya Iraqê roja Sêşemê (23yê Gulanê) ragihand.

Balafirên serbazî yên F16 yên Iraqî êrîşeke asmanî li ser Qaimê pêk anîn û civîneke girîng a lîderên DAIŞ yên ku li pişt êrîşên vê dawiyê yên Bexdayê û Besrayê bûn kirin hedef," wezaretê di daxuyaniyekê de di saeteke dereng a roja Duşemê de ragihand.

"Bîst terorîst amade bûn, û hemû di êrîşa asmanî de hatin kuştin," daxuyaniyê ragihand,da zanîn jî ku "wesayiteke tejî teqemenî ku li nêz sekinî bû û gelek ji teqemeniyên bidestçêkirî jî hatin wêrankirin.

Di nav lîderên DAIŞ yên kuştî de "cîgirê emîrê wilayeta Bexdayê, terorîstê berpirs ji bomberêjkirina wesayitan li Bexdayê, şarezayekî DAIŞ yê bomberêjkirina wesayitan, kesê berpirs ji xwekujan li wilayeta Bexdayê bûn", daxuyaniyê got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500